Dizi, Müslüman bir erkekle Süryani bir genç kızın imkansız aşkını ve ailelerinin yaşadıklarını anlatıyor. Dizi ayrıca barış sürecini ve bu dönemde neler yaşandığını merak edenleri aydınlatacak.
Jan, çîroka sê malbatan e ku ji olên cûda pêk tê û di heman bajarî de dijîn. Yek ji malbatan misilman, yek suryanî û yek jî êzîdî ye. Kurê Xalid û Şemdê Ferat ê misilman ji zaroktiya xwe de ji keça Gabrîel û Barbaraya suryanî hez dike. Bavê Ferat bi piştgiriya hêzên dewletê di salên 90î de gelek îmkanên madî bi dest dixe û dibe xwedî hêzekê. Pişta xwe dide vê hêzê û di serî de tadeyiyê li malbata suryanî dike dû re jî li derûdora xwe dike. Ferat di wan salan de dihere li Ewrûpayê dixwîne û piştî çend salan vedigere Mêrdînê. Hezkirina wî hîna jî di dilê wî de ye û bi Yûlîanayê re têkiliyên xwe germ dike. Lê bavê wî Xalid bi heman hêza xwe hewl dide ku ew negêjin miradê xwe û wî bi keça Zeynel re bide zewicandin. Musafîr û Azda jî malbateke êzîdî ye û kirîvê mala Xalid e. Ew jî di bin bazkê wî de ye û ji gotina wî dernakeve. Her gotineke Xalid ji bo wan fermanek e. Hêleke din ya çîroka Janê jî ew e ku di salên 90î de hêzên dewletê yên tarî gelek kesên bêguneh ji holê dike û civatê terorîze dike. Di navbera wan salan de û dema niha de mihasebeyeke wîcdanî radixe ber çavên temaşevanan ku êdî kes naxwaze wan rojên nexweş bijî û civat di nav aramî û aşîtiyê de bijî. Di JANê de em li rastiyeke dîrokî dibin şahid û ew nîşanî me dide ku ji hezar salan û vir de ye gelek ol, mezhep û gelên cûda li Mêrdînê dijîn û heta bi niha jî wê demografiya wê xwe parastiye.